03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Li navçeya Ezezê ya li ser bajarê Helebê ya li bakurê Sûriyeyê bombeya li ser motosîkletê hatibû bicîkirin hat teqandin û sivîlek hat kuştin, 11 sivîl jî birîndar bûn.
Li navenda Ezezê ya li hemberî Kilîsê cî digire bombeya li ser motosîkletê hat teqandin.
Di teqînê da li gor tesbîtên ewil sivîlek hat kuştin û 11 sivîl jî birîndar bûn.
Ji ber tesîra teqînê dikanên hawirdor xisar dîtin û ekîbên Parastina Sivîlan midaxeleyî şewata derket kirin.
Hêzên ewlehiyê yên hatin cihê bûyerê li hawirdor tevdîrên ewlehiyê hildan. Birîndar sewqî nexweşxaneyên li herêmê kirin.
Li bajaroka Çobanbeya li sînorê Tirkiyeyê jî bombeya li ser motosîkletê hatibû bicîkirin hat teqandin. Di bûyerê da tiştek bi tu kesî nehat.
Hêzên ewlehiyê li ser wê îhtimalê disekinin ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîşên li pey hev kirine.