Li Balafirgeha Kerkûkê seferên Stenbolê cardin dest pê kirin
Ali Makram Ghareeb
18 Gulan 2026•Rojanekirin: 18 Gulan 2026
photo: Ali Makram Ghareeb / AA
Irak, Kerkük
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê ya li Iraqê ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê yên di 28ê Sibatê da dest pê kirin geştên asîmanî hatin rawestandin, seferên Stenbolê cardin dest pê kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya Balafirgeha Kerkûkê da hat ragihandin, Rêhewayên Iraqê bi qasî du mehan bi şûnda sefera xwe ya ewil a bo Stenbolê îro ji Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê pêk anî.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, geştên asîmanî yên Rêhewayên Iraqê yên Kerkûk-Stenbolê dê di hefteyê da 4 caran yekşem, duşem, çarşem û înê bên kirin.
Wêne : Ali Makram Ghareeb/AA
Li Balafirgeha Kerkûkê seferên Stenbolê cardin dest pê kirin