Abdullah Tel
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ADDÎS ABABA
Li Etiyopyayê bi sed hezaran merivî beriya Eyda Remezanê berê xwe dn bazara herî mezin a Afrîkayê ya bi navê Bazara Merkatoyê ku li paytext Addîs Adabayê ye.
Gelê Etiyopyayê yên berê xwe dide bazara ku hema çi bêjî tê firotin ji bo eydê cil û berg, xwarin û xurek, amûrên diyariyê û lazmatiyên malê distînin.
Bi hezaran dikan, bi deh hezaran karker û dezgedar di Bazara Merkatoyê da cih digirin û ji fêkî û sewze bigir heta cil û şekal ji wan bigir heta xirdewat, qehwe, biharat û gelek tiştên din li bazarê peydakirin mimkun e.
Li bazara serî heye û binî tuneye ji ber ker û wesayîtan meş car caran bi zehmet dibe lê esnaf û dezgedar ji ber qelebalixa seba eydê zêde bûye razî ne.
Legesse Debelayê 40 sal e li vê bazarê esnaftiyê dike û dikana wî heta ber derî tijiye ji bo eydê bi mehan berê dest bi amadehiyan kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Hema bêje rojê 500 kes tên dikana min. Misilman ji bo di eydê da kêfxweş bibin tên dikana min. Qelebalixa ji bo eydê li gor demên berê li ber çavan e. Lê pirsgirêkên bazarê jî her ku diçe peyda dibin, niha ji ber qelebalixê û tebleciyan parkirina wesayîtan pir bi zehmet e."
Necad Yasînê ji bo kirîna cilên Eyda Remezanê li bazarê bû jî got: "Em amadehiyên eydê dikin. Misilmanên li vê derê beriya her eydê ji bo danûstandinê hewl didin. Piştî ku hemû kar û barên ji bo eydê qediyan jî em bi nas û dost û eqrebayên xwe ra tên bal hev û eydê wisa dikin."
Bazara navê wê yê esil Addîs Mercatoye navê wê ji peyva mercatoyê ya ku di zimanê îtalyayî da tê meneya bazarê. Di salên 1930yî da ji ber hewla dagirkirinê ya Îtalyayê cihê vê bazara kevn hat guhertin û niha bi dehan kuçeyan da dezgeh tên avakirin û cur bi cur tişt tên firotin.
Îtalyayiyan xwestiye ku bazarê ji xwe dûr bixin û ji bo xwe jî paşê çarçiya "Pîazza"yê ava kirine û li wir dikan zêdetir luks in û hê jî di xizmeta gel da ye.