Sevim Hatun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
KILÎS
Sûriyeyiyên ku dixwazin di eyda remezanê de li welatê xwe bin, li ber Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê li Kilîsê di rêzê de ne.
Qismek ji sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî xwe sipartin Tirkiyeyê ji roja sêşemiyê vir ve ji deriyê sînor derbasî welatê xwe dibin.
Midûrê Deriyê Gumrikê yê Essalamê General Qasim Qasimî ji nûçegihana AAyê re axivî û got ku ew ji bo alîkariya ku Tirkiyeyê da wan sipasiyê dikin.
Qasimî wiha axivî: "Heta niha di nav de zarok jî 25 hezar û 554 kes derbas bûn. Li gor texmîna me ev hejmar wê heta eydê bigihêje 50 hezarî. Ev der êdî wekî berê nînin, ewledar in."