Türkan Tosun
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
CENEVRE
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) daxuyand bota lastîk ya ku tê da 150 qaçaxên penaber hebûn û ji Libyayê diçû Îtalyayê binav bû, 64 penaber xeniqîn.
Flavîo dî Gîacomoyê nûnerê Îtalyayê yê IOMê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "64 penaber roja şemiyê di qezaya keştiyê de mirin. Bota lastîk ya ku tê da 150 qaçaxên penaber hebûn binav bû. Ji penaberan 86 kes hatin xilaskirin, cesedê 8 kesan hat dîtin û 56 jî hê winda ne."
Ev bobelat wek "trajediya penaberan ya salê ku herî zêde kes mirine" hat qeydkirin.
Li gor IOMê di sala 2017yan de hejmara penaberên ji Behra Spî derbasî Ewropayê bûne li gor sala derbasbûyî nîvî nîvî kêm bû û bû 171 hezar. Her wiha 3 hezar û 116 penaber jî di Behra Spî de mirin.