20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
BERLÎN
Polêsên Alman ragihandin ku şofêr bi qestî qamyon ajot ser qelebalixê û lêpirsîn jî di vê çarçoveyê da dest pê kir, agahiyên der barê bûyerê da jî civîneke çapemeniyê wê bi raya giştî ra bê parvekirin.
Polêsê Berlînê ji ser hesabê medyaya civakî daxuanî da û got: "Pisporên me yên lêpirsînê birêvedibin ji ser tevgera TIR li Meydana Breitscheitplatzê bi qestî ajotin nava qelebalixê" disekinin.
Hat ragihandin ku lêpirsîn bi hûrgilî tê birêvebirin û ji welatiyan hat xwestin ku bila hemû delîlên bi kêrî zelalkirina bûyerê tên ji polêsan ra bên şandin.
Serdozgeriya Federal jî der barê bûyerê da dest bi lêpirsînê kir û agahiyên ewil ên der barê bûyerê da jî wê navê rojê bi civîneke çapemeniyê bê parvekirin.
- Bûyer
Li Berlîna paytexta Almanyayê berê qamyonekê dan nav bazarê Noelê û di bûyerê da 12 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer li Meydana Breitscheidplatzê ser Kurfuerstendammaya ku navenda tûrîstane qewimî.
Ji ser hesabê Twîtterê yê polêsên Berlînê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku di bûyerê da 12 kes mirin û 48 kesên ku rewşa qismekî wan pir girane jî birîndar bûn û li nexweşxaneyan tên dermankirin.