20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
BERLÎN
Hat ragihandin ku li Almanyayê terorîstekî PKKî ku ji meha nîsanê vir va der barê wî de biryara girtinê hatibû dayin, hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Celleya parêzgeha Sakonyaya Jêrîn, terorîstê 56 salî yê ku Dadgeha Eyaletê ya Bilind di 20ê nîsanê de ji bo wî biryara qefaltinê dabû, du roj berê li Berlînê hat qefaltin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku bersûc endamê PKKê ye, ji sala 2014an heta dawiya sala 2015an wekî berpirsê herêma Celleyê yê rêxistina terorî xebitiye.