BERLÎN
Li Berlîna paytextê Almanyayê komek di bin navê "Antikapitalistische Walpurgisnacht"ê da her sal beriya yekê gulanê dimeşe. Komê îsal jî çalakiya xwe domand. Komê îsal "neteweperestî û jicivakêdûrxistin" protesto kir.
Kom li Rasta Leopoldê ya li taxa Weddîngê civiya û bi dirûşmeyên "Li dijî neteweperestî û jicivakêdûrxistinê bi xwe organîze bin", "Ji bo naziyan pêşeroj tune", "Nazî, PEGÎDA, qanûnên penaberan... Ev gişk fesadî ne" va meşiya.
Şiliyeke gur dibarî û çalakvan dimeşiyan. Komeke ji Tirkiyeyê jî tevlî çalakiyê bû û bi dirûşmeya "Li dijî faşîzmê dest bidin hev" va govend girt.
Hin welatiyên ku mala wan li ser rêya meşê bûn jî ji balqonên mala xwe piştgirî dan çalakvanan.
Meş li kolana Eberswalderê ya li taxa Weddîngê qediya û kom bê bûyer belav bû.
Di dema meşê da polêsan tevdîrên ewlehiyê girtin.
Berdevkê Polêsên Berlînê Stefan Redlîch diyar kir ku 2 hezar û 700 kes tevlî meşê bûn, beriya meşê 2 kesên rûpêçayî yên ku li ser wan hişbir hebûn hatin binçavkirin.