WASHINGTON
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Washingtonê ku wê hefteya pêş me bike de, bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama, Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden û Alîkarê Serokê Karên Derve yê DYAyê Tony Blînken re wê hevdîtinê bike.
Berdevka Wezareta Karên Derveyê DYAyê Marîa Harfê di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsa der heqê naveroka bernameya serdana Barzanî bersivand û diyar kir ku ew li hêviyê ne Barzanî û heyeta pê re roja yekşemê wê li Washingtonê bin.
Harfê destnîşan kir ku Obama jî wê beşdarî hevdîtina Barzanî ya bi Bîden re bibe, Wezîrê karên Derve yê DYAyê John Kerry ji ber ku li derveyî welêt e Barzanî wê bi alîkarê wî Blînken re hevdîtinê bike.
Berdevka Wezareta Karên Derve yê DYAyê Harfê ragihand ku di hevdîtinê de wê piştgiriya DYAya dide xelqê kurd û HKIyê dê bên nirxandin.