Haydar Karaalp
01 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê di 10ê Cotmeha 2019an da çalakiyên dijî hikûmetê dest pê kiribûn û ji ber salvegera 3yemîn çalakiyan ji nû va dest pê kir.
Çalakvanên alîgirên Muqteda es-Sedrê lîderê Tevgera Sadrê jî di nav da bûn li Meydana Tehrîrê ya paytext Bexdayê kom bûn. Çalakvanên di dest wan da alayên Iraqê hene dirûşmeyên "Malê me, xwîna me qurbana Iraqê be"
Komeke din a çalakvanan jî wê li Meydana Nûsir a li aliyê din ê Bexdayê kom bibe.
Îhtimal heye ku çalakvan ji ser bariyerên hêzên ewlehiyê danîne derbas bibin û têkevin Herêma Kesk. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hemû kuçe û rêyên ber bi Herêma Kesk va diçin bi bariyerên beton va ji trafîkê ra girtin.
Li Bexdaya paytextê Iraqê di 10ê Cotmeha sala 2019an da li dijî hikûmetê çalakiyan dest pê kiribû û bi lez û bez jî li bajarên başûr jî belav bû. Ji ber wan çalakiyan hikûmêta wê demê îstifa kir. Di wan çalakiyan da ji ber gulebarandina hêzên hikûmetê ji 600î zêdetir kes hatibûn kuştin.