ZENITSA
Li bajarê Zenîtsaya Bosna Hersekê erdehejeke ku lerza wê 3.5 çêbû û ji ber lerza erdhejê kana komirê ya li bajarê Raspotoçyeyê hilweşiya.
Hat ragihandin ku dema kana komirê hilmeşiya 56 xebatkar di kanê de bûn, ji xebatkaran 22 kes xilas bûn, lê 34 xebatkar di bin axê de man. Hat diyarkirin ku ji bo xilaskirina xebatkaran dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Midûrê kana komirê yê li Zenîtsayê Esad Çîvîç daxuyanî da û diyar kir ku tîmên lêgerîn û xilaskirinê dest bi xebatan kirin û heke hewce bike dê ji herêmên din jî alîkariyê bixwazin.
Çîvîç got li gor agahiyên ku ji serkarên wardiyayê sitandin, ji ber hilweşînê rêya têketin û derketinê ax tije bûye û wiha pê de çû: "Em nizanin dê korîdor kîngê bê vekirin, a niha nemimkun e em tiştekî bibêjin. Lewra em tam pê nizanin gelo hemû korîdor an qismekî korîdarê xitimiye."
Divê navberê de xizmên karkerên ku di kanê de asê mane hatin ber kanê û ji berpirsiyaran agahiyê hildidin, ji aliyê din ve xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.