WASHINGTON
Artêşa DYAyê 3 êrîşên din bir ser mewziyên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya ku Bendava Mûsilê dorpêç kiriye.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) hat dayîn, êrîş bi balafirên şer hatin kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşan de du wesayîtên çekbarkirî û mewziyeke DÎŞI hatin îmhakirin.
Di operasyonê de hemû balafirên ku peywirdar bûn bi awayekî ewledar ji herêmê veqetiyan.
CENTCOMÊ da zanîn ku artêşa Iraqê ji 8ê tebaxê heta niha li Iraqê 127 êrîşên hewayê kirin.