13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
BRUKSEL
Li Bruksela paytexta Belçîkayê, qedexeya vîzeyê ya ku Serokê DYAyê Trump danî ser welatiyên 7 welatên îslamê hat protestokirin.
Li Brukselê ku dezgehên girîng ên Yekîtiya Ewropayê yên wekî Komîsyona YEyê, Konseya YEyê û Parlementoya Ewropayê lê ne, qedera 300 kesî li pêşiya Balyozxaneya DYAyê civiyan û li hemberî qedexeya vîzeyê ya ku Serokê DYAyê Trump danî ser welatiyên 7 welatên îslamê, durişm berz kirin û dovîz vekirin.
Polêsê Belçîkayê jî ji ber protestoya ku qedera 2 saetan ajot, li dewrûberê tevdîrên ewlekariyê stand.
Xwepêşanderan polîtîkayên Trump rexne kirin û herî dawî jî danezanek xwendin.
Tê pêşbînîkirin ku Serokê DYAyê Trumpê beşdarî Zîrveya NATOyê ya ku dê di dawiya gulanê li Brukselê were lidarxistin, be. Dîsa tê texmînkirin ku li vir li hemberî Trump dê xwepêşandaneke mezin were lidarxistin.