13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
CHICAGO
Fuara Otomobîlan a Chicagoyê wek çalakiya otomotîvê ya herî mezin a Amerîkayê tê qebûlkirin. Di fuarê da herî zêde "Star Wars"ê bal kişand.
109emîn Fuara Otomobîlan a Chicagoyê li McCormick Placeyê dewam dike. McCormick Place navenda kongreyê ya herî mezin a Amerîkaya Bakur e. Ji hezarî zêdetir wesaît di fuarê da hatin pêşandin.
Şirketên otomobîlan ji bo ku bala ziyaretgeran bikşînin, bi hev ra ketin pêşbaziyê. Li qadên pêşangehan çalakiyên ecêb hatin kirin.
Di fuarê da herî zêde konsepta "Star Wars"ê ku Nîssanê tercîh kiribû, bal kişand.
Di fuarê da herî zêde wesaîtên bielektrîk û bêmirov derketin pêş. Wesaîtên ku bi şofêr ra diaxivin, pêşî li ber xetayên şofêran digrin û yên ku frênê wan otomotîk in jî bal kişandin û hatin tercîhkirin.
Fuarê di 20ê sibatê da xelas bibe, dibêjin ku heta wê demê milyonekî zêdetir kesê fuarê ziyaret bikin.