Haydar Şahin
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Li Camû Keşmîra herêma Hindistanê di navbera hêzên ewlekariyê û berxwedêran da pevçûn derket û 2 berxwedêr hatin kuştin.
Li gor xeberên di çapemeniya Hindistanê da hatin weşandin, li ser îxbareke der barê berxwedêran da hêzên ewlekariyê do êvarê operasyon birin ser Trala bajaroka Pulwamaya herêma Keşmîrê.
Polêsan diyar kirin ku di operasyona ber destê sibê dewam dikir da di navbera hêzên ewlekariyê û berxwedêran da pevçûn derket û 2 berxwedêr hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li bajarokê înternet hat birîn.
- Pirsgirêka Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtiyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmir jî ji Hindistan û Pakistanê kîjanî bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Cammû Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket.
Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Cammû Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Cammû Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.