Nihat Kavşut
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
CENEVRE
Li Cenevreya Swîsreyê di tûra 6emîn a hevdîtinên Sûriyeyê da lijneya mixalifan a di serokatiya Nasir el-Herîrî da bi Staffan de Misturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra li ser mijara destûra bingehîn axivîn.
Di roja duyemîn a hevdîtinan da li Ofîsa Cenevreyê ya NYê Mistura bi lijneyên rejima Sûriyeyê û mixalifan ra cuda cuda civiya.
Li gor agahiyan Mistura li mixalifan pêşniyaz kiriye di serokatiya wî da koma xebatê ya destûra bingehîn bê avakirin û loma bira lijneya rejimê û ya mixalifan endamên xwe yên ji bo komê eşkere bikin.
Hat diyarkirin lijneya mixalifan jî pêşniyazên Mistura nirxandine û der barê dem, raye û biryarên koma xebatê da fikr û ramanên xwe gotine.
Hevdîtinên do li Cenevreyê dest pê kirin tê texmînkirin 19 an jî 20ê gulanê biqedin.