Haydar Şahin
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li hin herêmên Şerîeya Rojavayê 22 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku li El-Xelîla navçe û Kefer Qadum, Sîlwad, Hazma, Abud, Beyt Awwa, Es-Semnu û El-Arruba bajarokên Şerîeya Rojavayê bi şev operasyon birin ser malên welatiyên Filistînê.
Hat diyarkirin ku di operasyonan da bi îdiaya "tevlîbûna çalakiyên terorê" va 22 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê her tim di ser malên welatiyên Filistînê yên li Şerîeya Rojavayê û Qudsa Rojhilatê da digrin û wan binçav dikin.
Li gor rapora ku hin saziyan Cemiyeta Hêsîrên Filistînê jî tev e amade kirin, 481ê wan ji Qudsa Rojhilatê, 57ê wan jin, 300ê wan zarok bi tevahî 7 hezar welatiyên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da ne.