Elif Orhan
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Cezayîrê Serokê Konseya Destûra Bingehîn Teyîb Bilayzê ku yek ji wan kesan bû ku xwepêşandêran dixwest dev ji peywirê berde îstifa kir.
Li gor nûçeyên çapemeniya Cezayîrê Bilayz îstifaya xwe pêşkêşî Serokomarê berwext Ebdulqadir bîn Salih kir.
Di 10 sibatê da Ebdulezîz Buteflîqa Bilayz wek serokê Konseya Destûra Bingehîn tayîn kiribû.
Buteflîqayê ku 20 sal bûn li Cezayîrê serê birêvebiriyê bû di encama protestoyên meh û nîvekê û "hişyariyên" artêşê di 2yê nîsanê da îstifa kiribû.
- Ji bo qeyrana li welêt li çareseriyê digerin
Li Cezayîrê ji bo ku hin kesên wekî "bermayiyên rejima Buteflîqa" tên qebûlkirin û Bilayz jî di nav wan de ye dev ji peywirê berdin daxwazeke mezin heye.
Cezayîrî di xwepêşandanên xwe de ji bo ku Serokomarê berwext Bîn Salih, Serokwezîr Nuredîn Bedewî û hikûmeta wî, herî dawî jî Teyîb Bilyazê Serokê Konseya Destûra Bingehîn ê di meqama herî bilind a darazê da ye biçin helwesteke girseyî ya yekdengî nîşan dabûn.
Yek ji alternatîfên destûra bingehîn ên ku di raya giştî da ji bo çareserkirina qeyrana li welêt tên nîqaşkirin ew bû ku Serokê Konseya Destûra Bingehîn îstifa bike û şûna wî kesekî ji bo lihevkirinê bê tayînkirin.
Lezharî Buzîdê Pisporê Destûra Bingehîn ê Cezayîrî daxuyaniyek dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê Serokê Konseya Destûra Bingehîn Bilayz îstifa bike û kesekî ku herkes li serê li hev dike ji bo vê peywirê bê tayînkirin. Bi vî awayî dema ku serokomarê berwext îstifa bike şûna wî dê ne Bilayz Serokê Konseya Destûra Bingehîn ê nû yê ku herkesî li serê li hev kiriye bê."
- Lûtkeya erka darazê konseya Destûra Bingehîn
Konseya Destûra Bingehîn peywirên wekî serlêdanên namzediya ji bo hilbijartinên serokomarê nû, eşkerekirina lîsteya namzedan, ji peywir dûrxistina serokomar û eşkerekirina encamê hilbijartinê bi cî tîne.
Li gor destûra bingehîn a Cezayîrê heke serokomarê berwext îstifa bike Serokê Konseya Destûra Bingehîn vê wezîfeyê bi cî tîne.