İbrahim Atmaca
19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Li ser îstixbarata ekîbên narkotîk a Tirk, hêzên ewlehiyê yên Îtalya û Spaniyayê li ser Behra Spî peravên Cezayîrê operasyon birin ser keştiyekê û 12 ton esrar hat bidestxistin, 8 kesên Ukraynayî hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, ekîbên Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Giştî ya Emniyetê îstixbarata ku li ser Behra Spî li peravên Cezayîrê di keştiyekê da hişbir heye, da asayîşa Îtalya û Spaniyayê.

Li ser vê hêzên asayîşê yên Îtalya û Spaniyayê li peravên Cezayîrê keştiya ku alaya Moldovayê pê va dardakirî ye û navê wê "ELG" ye dan sekinandin û lê geriyan. Di lêgerînê da 12 ton esrar hat bidestxistin.
Der heqê bûyerê da 8 kesên Ukraynayî hatin girtin.