08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
CHICAGO
Li Chicagoyê di du çalakiyên cuda da Donald Trumpê Serokê DYAyê hat protestokirin.
Çalakiya ewil li ber avahiya Federal a Kluczynskiyê bi minasebeta Roja Jinan a Cîhanê hat kirin. Di çalakiyê da polîtîkayên Trump hatin rexnekirin.
Di çalakiya duyemîn da jî digel Trump polêsên Chicagoyê hatin rexnekirin. Çalakiyê piştî xeberdanan bi meşê berdewam kir.