Fatih Gazioğlu
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
PEKÎN
Li eyaleta Sîçuana başûrê rojhilata Çînê bi mezinahiya 5,4an erdhejek çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Xebatên Erdhejê ya Çînê, erdhej li herêma Çîngçuana bajarê Guangyuanê 13 kîlometre di binê erdê de çêbû.
Der barê mirî û birîndaran de tu daxuyanî nehat dayîn.
Li eyaleta Sîçuanê ya ku li ser herêma erdhejê meha derbas bû bi lerza 7an erdhejek çêbûbû û 20 kes miribûn, 431 kes jî birîndar bûbûn.