Abdullah Tel
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
BEXDA
Wezareta Parastinê ya Iraqê destnîşan kir ku bi kordînasyona Tirkiye û Îranê deriyên sînor ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) wê ji hêla rêveberiya navendî va bê kontrolkirin.
Wezareta Parastinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da got: "Hêzên Iraqê wisa plan dikin ku ber bi deriyên sînor ên HKIyê yên vedibin alî Îran û Tirkiyeyê va biçin."
Daxuyaniyê da hat gotin kontrolkirina deriyên sînor ên HKIyê wê bi kordînasyona welatên cîran (Îran-Tirkiye) derbasî rêveberiya navendî bibe.