Önder Beyter
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
PEKÎN
Li Çînê ji ber qirêjiya hewayê li paytext Pekînê hişyariya qîçik, li deverên rojhilat û başûrê wî welatî jî hişyariya porteqalî hat dayîn.
Navenda Meteorolojiya Neteweyî ya Çînê ragihand ku li paytext Pekînê û deverên welat ên rojhilat û başûr ji ber qirêjiya hewayê hişyarî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku qirêjiya hewayê îşev dest pê kir û wê bêtir li ser paytext Pekîn û eyaletên wekî Anhui, Hubey, Ciangsu, Ciangşi, Guicou bandorê bike. Herwiha hat gotin ku mesafeya dîtinê wê berjêrî heya binê 200 mêtroyan bibe.
Tê texmînkirin ku tesîra qirêjiya hewayê wê heya sibê dewam bike.
Ji ber pêşketina bilez û pîşesaziyê, piraniya metropolên Çînê di nava bajarên herî qirêj ên dinyayê da cih digrin.
Çîn bi taybetî ji sala 2014an vir va hewl dide dijî qirêjiya hewayê têbikoşe. Li Çînê ku welatê herî qelebalix ê dinyayê ye û nifûsê wê 1,34 milyar e, hersal 1,6 milyon însan ji ber nexweşiyên dil û pişikê yên ku sedema wê jî qirêjiya hewayê ye, dimire.
Li Çînê pergala hişyariya qirêjiya hewayê ji çar astan pêk tê ku ew jî hêşîn, qîçik, porteqlî û sor e.