27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
PRAG
Balyozê Tirkiyeyê li Pragê Ahmet Necatî Bîgali der heqê pêvajoya darizandina hevserokê berê yê rêxistina terorê PYD/PKKyê Salih Muslum a li Pragê da daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku Muslum bi salan rêveberiya rêxistina terorê kir û di hin êrîşên terorê yên ku li Tirkiyeyê hatin kirin da berpirsiyariya wî heye.
Bîgali diyar kir ku wan ji meqamên Çek daxwaz kir ku Muslum bi awayekî berwext were îadekirin. Herwiha Bîgali got ku wan belgeyên der barê talebê da radestî berpirsên Çek kirin.
Balyoz Bîgali wiha xeberda, "Salih Muslum ji şeva şemiyê vir va li avahiya midûriye ewlekariyê tê girtin. Em li bendê ne ku îro danê nîvro ji dadgehê biryarek derkeve."
"Daxwaza Tirkiyeyê, biryara girtina berwext e"
Bîgali bal kişand ku ew çaverê ne ku dadgeh der heqê wî da pêşiyê biryara girtina berwext bide û wiha dewam kir, "Heger wiha bibe, ev mirov wê heta 40 rojan girtî bimîne. Di vê maweyê da jî wezaretên Edalet û Karên Navxweyî wê belgeyên îadekirinê amade bikin û pêşkêşî meqamên Çek bikin."
Bîgali got ku dxwaza Tirkiyeyê, biryara girtina berwext e û wiha dewam kir, "Helbet em qet naxwazin wê yekê bifikirin ku wê were berdan. Ji ber ku heger biryareke wiha were dayîn, bi gotineke eşkere ev wê were wateya piştgiriya terorê."