İbrahim Atmaca
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê (KNHMSS) daxuyand ku, li bajarê Derayê di meha îlonê da 38 hewildanên sûîqestê hatin kirin û di êrîşan da 21 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya KNHMSSyê, li Deraya dikeve başûrê Sûriyeyê di meha îlonê da 38 caran êrîşa sûîqestê hat kirin.
Li gor daxuyaniyê di êrîşan da 21 kes hatin kuştin, 14 kes birîndar bûn, qismekî hewildanên sûîqestan jî li dijî mixalifên berê hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 12 mixalifên berê yên ku bûn hedef jê 9 mixalif par di tîrmehê da ketibûn destê rejimê û paşê mecbûr mabûn û beşdarî artêşa rejimê bûn.
Her wiha meha borî li Derayê herî kêm 22 kes bi keyfî hatin girtin, gelek êşkence hatin kirin û gelek kes jî hatin îdamkirin.
Di daxuyaniyê da cih dan van gotinên Alîkarê Serok Okab Yehya: "Îran berpirsê sûîqestan e, Rûsyayê li Derayê nikaribû pêşiyê li Îranê bigre û li gor peymanên navneteweyî tevnegeriya."
Rejimê bi piştgiriya Rûsya û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan par Dera bi dest xistibû.