Dlshad Saifaalddin Ahmed
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Piştî erdheja mezin a di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ku navenda wê Serpolzehaba Kirmanşahê bû xelkê Derbendîxana Silêmaniyê hê jî li derve dimîne.
Xelkê Derbendîxanê li parkan û cihên giştî di çadiran de dijî. Xelkê ku di nav xaniyên xwe de dimînin jî ji tirsa dubarebûna erdhejê bêhizûr in.
Welatiyên ku li parkan û di malên xwe de dimînin daxwaz ji hikûmetê dikin ku zirara wan tezmîn bike û piştgiriyê bide wan.
Di erdheja şeva 12ê Çiriya Paşîn roja yekşemê de hemû bajarên Herêma Kurdistanê yên Tirkiyê hejiyan. Navenda erdhejê Serpolzehaba Kirmanşahê bû û li wê derê ji 500 kesî zêdetir welatî mirin 10 hezar jî birîndar bûn. Li wê herêmê hê jî bi sed hezaran welatî li derve dimînin. Gazindê dikin ku Dewleta Îranê arîkariya pêwîst nagihîne wan.