İbrahim Atmaca
28 Nîsan 2019•Rojanekirin: 30 Nîsan 2019
Li Sûriyeyê ser cî û warên sivîlan ku di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne, bi şev êrîşa esmanî hat kirin û 2 jê jin 5 sivîl hatin kuştin.
Li bajaroka Keleha Madîkê û gundê El Havvaşê ku dikevin nav sînorên "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê", êrîşa esmanî hat kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Baretspî) hat hildan, di êrîşa esmanî ya ku li bajaroka Keleha Madîkê hat kirin da 2 jê jin 5 sivîl mirin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya mala çavdêriyê ya balafiran a mixalifan der heqê êrîşên esmanî yên ku li bajaroka keleha Madîkê û gundê El Havvaşê hatin kirina da wiha hat gotin, "Ji Balafirgeha Himeymîmê ya li Lazqiyeyê jeta şer a Ûris rabû."
Di nav hefteyeke dawîn da li Îdlib û bajaroka Hamayê di êrîşên esmenî yên ser cî warên sivîlan da 17 sivîl hatibûn kuştin.
Her çend mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bibe di 17ê îlona 2018an da hat îmzekirin jî hêzên rejimê navber neda êrîşên xwe.
Li gor peymanên Astanayê divê Rûsya garantorê rejima Esed nehêle ku rejima Esed êrîşan bike. Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşve kişandibûn.