Türkan Tosun
28 Nîsan 2019•Rojanekirin: 29 Nîsan 2019
Milîtanên Talibanê li bajarê Gorê ya Efxanistanê êrîşî qereqola polêsan kirin, 8 polês kuştin.
Alîkarê Walî yê Gorê Habîbullah Radmanîş daxuyanî da çapemeniyê û got milîtanan li Gorê êrîşî qereqola polêsan a li herêma Band Bayanê.
Radmanîş got piştî êrîşê pevçûn derket û gelek endamên rêxistinê hatin kuştin.
Serhekîmê Nexweşxaneya Gorê Mihemed Nasir Nazirî got di êrîşê da 8 polês mirine, 5 xebatkarên ewlehiyê jî birîndar bûne.
Talibanê der barê êrîşê da tu daxuyanî neda.