Önder Beyter
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Navenda navçeya Babê ya li herêma Herekata Mertalê Feratê bû hedefa firokeya şer ên Ûris.
Li gorî agahiyên ku çavdêrxaneya mixalifan parve kirin, firokeyeke şer a Ûris ku ji baregeha asîmanî Himeymîma li rojavayê welêt rabû, nîvê şevê dora saet 01.30î li 3 ciyên li navenda navçeya Babê da.
Bombe li bazara hêşinahiyê ya kevn, Mizgefta Şêx Dûşî û kuçeya di biniya Mizgefta Mezin ku berî niha bi destê Tirkiyeyê hat restorekirin, ketin. Di êrîşê da sivîlek birîndar bû.
Duh nava rojê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) û hêzên rejima Beşar Esed li ser xeta sengerên Babê cih cihan bi hev çûbûn.