KERKÛK
Hat ragihandin ku li dijî konvoya Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cefer Mistefa êrîş hat kirin û di encamê de 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ewlehiyê li gundê Tellu'l Verda Kerkûkê li dijî konvoya Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cefer Mistefa êrîş hat kirin û di êrîşê de 2 kes mirin,3 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa ji bûyerê xilas bû.