Haydar Şahin
31 Adar 2020•Rojanekirin: 01 Nîsan 2020
"Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand ku li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketin derkete 801 hezar û 61î.
Waqie herî zêde li Amerîkayê hatin dîtin, hejmara wan derkete 164 hezar û 359an, piştî Amerîkayê herî zêde waqie li Îtalyayê hatin dîtin û hejmara wan jî derkete 101 hezar û 739an, li Îspanyayê jî 94 hezar û 417 waqie hatin dîtin.
Li Çîna nexweşî lê derkete holê 81 hezar û 518 kes, li Almanyayê 67 hezar û 51 kes, li Îranê 44 hezar û 605 kes,li Fransayê 44 hezar û 550 kes, li Îngiltereyê 16 hezar û 141 kes, li Swîsreyê 16 hezar û 176 kes, li Belçikayê 12 hezar û 775 kes, li Holandayê 11 hezar û 750 kes, li Tirkiyeyê 10 hezar 827 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê di demeke kin da li gelek dewletan belav bû û vegeriya pandemiyê.
Ji ber nexweşiyê li dinyayê 38 hezar û 748 kes mirin.