Haydar Şahin
13 Sibat 2020•Rojanekirin: 14 Sibat 2020
Li Vîetnamê li dijî koronavîrusa tîpa teze (Kovîd-19) ji bo tevdîrê herêma 10 hezar kes lê dijîn ya li eyaleta Vînh Phucê hildan karantînayê.
Li gor xebera VNExpressê li herêma Son Loiyê ya ji 10 hezarî zêdetir gundî lê dijîn a 50 kîlomêtre li dûrî Hanoiya paytextê Vîetnamê hat tesbîtkirin ku 7 kes bi Kovîd-19ê ketine li ser vê ketin û derketina herêmê hat girtin.
Roja sêşemê di dergûşeke 3 mehî da vîrus hat dîtin li ser vê rayedarên Vînh Phucê ji îro pê va li herêmê karantînaya ku ew ê 14 rojan dewam bike dan destpêkirin.
Rayedaran diyar kirin ji ber ku li Son Loiyê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine zêde bû hejmara ciyên kontrolê zêde kirin, rûpêç li herêma ji 10 hezar û 600 kesî zêdetir welatî rûdinin belav kirin û dikanên seyar vekirin.
Wekî mayîn xwendingehên li heêmê hetanî 23yê sibatê hatin tetîlkirin.
- Hejmara nexweşan derkete 16an
Li gor xebera Vîetnam Însîderê li Son Loiyê di bavê nexweşekî da jî Kovîd-19ê hat dîtin li ser vê hejmara nexweşên li welêt derkete 16an.
Ji kesên bi Kovîd-19ê ketine 11 kes li Vînh Phucê hatin dîtin.