İbrahim Atmaca
12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên dermankirin ji 24 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên aktîf ên enfekte derket 24 milyon û 30 hezar û 555an.
Ji kesên ku tên dermankirin di 23 milyon û 921 hezar û 129 kesan da nîşaneyên nexweşiyê sivik in, xetereya jiyana 109 hezar û 361 kesan heye.
Zêdebûna jimara nexweşên tên dermankirin barê li ser pergalên tenduristiyê yên welatan zêde dike.
Welatê ku herî zêde pêketiyên vîrusê lê hene Amerîka ye, li welêt 9 milyon û 77 hezar û 487 pêketî hene.
Piştî Amerîkayê li gor jimara pêketiyên ku tên dermankirin bi 2 milyon û 515 hezar û 706an va Fransa, milyonek û 628 hezar û 591 kesan va Îngiltere, 722 hezar û 733 kesan va Brezîlya, 599 hezar û 357an va Belçîka, 575 hezar û 979an va Îtalya, 559 hezar û 969an va Rûsya, 329 hezar û 22yan va Almanya û 326 hezar û 636an va Sirbistan û 292 hezar û 43 kesan va Ukrayna tê.
Li Tirkiyeyê hê jî 105 hezar û 44 pêketiyên aktîf ên Kovîd-19ê hene ji vana 2 hezar û 783 jê nexweşên giran in.
Vîrusa Kovîd-19ê ya ku di kanûna pêşîn a 2019an da li Vuhana bajarê Çînê derket holê û belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bû û guherî şewbê. Jimara pêketiyan ji 91 milyon û 375 hezarî derbas bû û ji ber vîrusê milyonek û 954 hezarî zêdetir mirov mirin.