Abdullah Tel
12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Li Sûriyeyê malbatên ji ber şerê navxweyî û êrîşên rejima Beşşar Esed reviyan û xwe spartin kampan di nav şert û mercên zor û zehmet ên zivistanê da ji bo heyata xwe bidomînin hewl didin.
Li Sûriyeyê ji ber êrîşên rejima Esed ku ev 10 sale dewam dike bi milyonan kes ji mal û milkên xwe bûn û di penaberî, kuçe, kolan û konbajaran da per û perîşan bûn. Ji sivîlên reviyan qismê ku herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê ewle dîtin jî li van deran bo jiyînê hewl didin.
Sivîlên li van deran ji konê tê da bisitirin bigir heta cil û berg û xwarin û xurekê jî di nav da di mijara temînkirina gelek pêwîstiyên serke da zehmetiyê dikişînin. Malbatên konên wan qelişîne bi ta û derziyê hewl didin pîne bikin. Digel zor û zehmetiyan sivîlên reben di konên bin tavê da rizî bûne û li gor şert û mercên zivistanê nînin da jiyana xwe didomînin.
Jinên ku tevlî zarokên xwe xwe spartin kampên li Îdlibê bi amûr, ta û derziyên curbecur ku hildidin destê xwe va destê xwe va konên xwe pîne dikin.
Dayika 8 zarokan Ayşe Um Ehmet a ji navçeya Serakîbê koç kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di konên ji betanî û mînderan çêkirine da dimînin û bişev li wan gelek sare.
Di axaftina xwe da Um Ehmetê got: "- "Kon, betanî û xwarin û xurek gelek biha ne. Dema baran dibare av li konên me diqelibe. Em bi betanî û mînderan va cihên qelaştî yên kon pîne dikin. Em ji ber seqema zêde gelek mexdûrin. Pereyê me yê ku em bikaribin bo hewcedariyên xwe xerc bikin tuneye. Em nizanin çi bikin. Di baraneke zêde da av li kon û nivînên me diqelibe."
Helîme Mihemedê jî di daxuyaniya da nûçegihan da got: "Konên me kevnin. Cilbaraniyên me rizî bûne. Em bi ta û derziyê va konên xwe pîne dikin û dixwazin rê li seqemê bigirin."
Mihemedê bang kir ku bila ji bo malbatên di konan da dijîn betanî, cilbaranî û êzing bên temînirin û ew li benda alîkariya xêrxwazane.