İbrahim Atmaca
29 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 81 milyon û 673 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 781 hezar û 544 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 81 milyon û 673 hezar û 280yan, 57 milyon û 799 hezar û 595 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 19 milyon û 781 hezar û 624an û ji ber şewbê heta niha 343 hezar û 182 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji milyonekî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (10 milyon û 224 hezar û 797), Brezîlya (7 milyon û 506 hezar û 890), Rûsya (3 milyon û 78 hezar û 35), Fransa (2 milyon û 562 hezar û 646), Îngiltere (2 milyon û 329 hezar û 730), Tirkiye (2 milyon û 162 hezar û 775), Îtalya (2 milyon û 56 hezar û 277), Îspanya (milyonek û 894 hezar û 72), Almanya (milyonek û 670 hezar û 194), Kolombiya (milyonek û 603 hezar û 807), Arjantîn (milyonek û 590 hezar û 513), Meksîka (milyonek û 389 hezar û 430), Polonya (milyonek û 261 hezar û 10), Îran (milyonek û 206 hezar û 373), Ukrayna (milyonek û 30 hezar û 374), Afrîkaya Başûr (milyonek û 11 hezar û 871) û Peru (milyonek û 8 hezar û 908)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (191 hezar û 641), Hindistan (148 hezar û 190), Meksîka (122 hezar û 855), Îtalya (72 hezar û 370), Îngiltere (71 hezar û 109), Fransa (63 hezar û 109), Rûsya (55 hezar û 265), Îran (54 hezar û 814), Îspanya (50 hezar û 122), Arjantîn (42 hezar û 868), Kolombiya (42 hezar û 374), Peru (37 hezar û 525), Almanya (31 hezar û 176), Polonya (27 hezar û 147), Afrîkaya Başûr (27 hezar û 71), Endonezya (21 hezar û 452), Tirkiye (20 hezar û 135), Belçîka (19 hezar û 274), Ukrayna (17 hezar û 789), Şîlî (16 hezar û 443), Romanya (15 hezar û 334), Kanada (15 hezar û 121), Ekvador (13 hezar û 994), Iraq (12 hezar û 791), Çekya (11 hezar û 152) û Hollanda (11 hezar û 42).