28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
NEW YORK
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Enformasyona Vejenê ya DYAyê di ceyranê da li tevahiya dinyayê santralên nukleerê 383 gîgawat e û ev kapasîte wê di 10 salên pêş da 59 gîgawat zêde bibe.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li gor daneyên sala par li tevahiya dinyayê li 31 dewletan 441 reaktorên nukleerê hebûn û bi saya 59 gîgawatên nû û 60 reaktorên nukleer ku li 15 dewletên din tên çêkirin wê hêz û kapasîte zêde bibe.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di salên 2009-2015an da ji nukleerê çêkirina ceyranê Parzemîna Asyayê yekemîn e û sedema wê jî santralên li Çînê ne.