Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz wiha got: "Tirkiye dikare bi siyaseteke bi îstiqrar bibe navenda vejenê û polîtîkayên buhaya vejenê diyar bike."
Yildiz di Foruma Aboriyê ya Dinyayê de di panela bi navê "Fêhmkirina Dînamîkên Vejenê yên Herêmî" de axivî. Yildiz di axaftina xwe de destnîşan kir ku li dinyayê aborî kurewî dibin, lê polîtîka neteweyî dibin.
Yildiz diyar kir ku Tirkiye bi stratejî û polîtîkayên xwe yên der barê vejenê de hat vê astê û wiha axivî: "Tirkiye bi siyaseta xwe ya bi îstiqrar dikare bibe navenda vejenê û polîtîkayên buhaya vejenê diyar bike. Niha xeta boriyê ya neftê ya Yumurtaluk û Kerkûkê rojane bi milyonek û nîv nefta xam dixebite. Ev wek ambiyans kapasîteyeke ji ya xeta boriyê ya neftê ya Ceyhan-Tiflîs-Bakuyê mezintir e. Bi 50 milyon tonî Ceyhan-Tiflîs-Baku, bi 70 milyon tonî jî xeta boriyê ya neftê ya Yumurtaluk-Kerkûkê dixebite. Divê em ji Ceyhanê neftê zêdetir bişînin bazarên dinyayê. Ev hemû bi îstiqrara Tirkiyeyê re girêdayî ne. Tirkiye dikare bi siyaseteke bi îstiqrar bibe navenda vejenê û polîtîkayên buhaya vejenê diyar bike."