Abdullah Tel
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Komeleya Aktîvîstên GolaWanê li dora Kalderaya Nemrûdê ya di navbera Tetwan, Norşîn û Xelata navçeyên Bidlîsê da ne dimîne û 2 hezar û 800 metre jî bilindahiya wê heye, meşiyan.
30 endamên komeleyê ku tevlî meşê bûn û di nav 15 saetan da gera li dora devê Kalderaya Nemrûdê temam kirin.
Serokê Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê Erdogan Ozel daxuyanî da rojnamegeran û got ku wan bi armanca nasandina herêmê û bala sirûşt hezan kişandinê li Kalderaya Nemrûdê ya wek Bihûşta Rûyê Erdê tê zanîn meş organîze kirin.
Ozel destnîşan kir ku ew li dora kalderaya nêzî 3 hezar metre bilindahiya wê heye geriyan û wiha pê da çû: "Em dixwazin vê derê bidin nasandin. Li herêma Gola Wanê ji deverên herî xweş yek evder e. Ev gola kraterê li Tirkiyeyê ya herî mezin e û li rûyê dinyayê jî bi mezinahiya xwe di rêza duyemîn da cih digire. Em dixwazin bila hemû mirov bên vê derê û em gazî wan dikin ku bila bên."
Tuba Beyhan a daxuyanî da got ku ew cara ewile derdikeve Çiyayê Nemrûdê û wiha domand: "Min xwest ku ez him vê derê bibînim û him jî bi vê meşê em bikaribin balê bikşînin ser Gola Wanê û Gola Nemrûdê ku bila paqij bimîne û bi vê armancê tevlî vê bûm. Evder cihekî gelek xweş e û ji kesên vê organîze kirin ra jî gelek spas dikim."