İbrahim Atmaca
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Wezîra Parastinê yê Lubnanê Zeyne Aker diyar kir, der heqê teqîna ku duh li paytext Beyrûdê çêbû da îhmala kê hebe, wê werin cezakirin.
Wezîr Aker li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Ji ser vê îhmala mezin ra 6 sal derbas bû. Erê berpirsiyar wê werin cezakirin."
Aker diyar kir, divê meriv lê binhêre bê ka piştî şewata Katedrala Notre Dameyê Fransayê li hember welatên ku alîkarî dan çi kir û mijara însanî li ser siyaset û rik ra ye û wiha dewam kir: "Di demên wiha da netewe xwe keşif dikin, tebîetên merivan dertê holê."
Li Lîmana Beyrûdê agir bi depoya ku nimreya wê 12 ye û tê da teqemenî hene, ket û paşê teqîneke mezin çêbû.
Rayedarên Lubnanî diyarkiribûn ku di teqîna li Lîmana Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrata ku 6 sal e di depoyekê da bû, teqiya. Amonyum nîtrata ku teqiya wê ji Afrîkayê ra bihata şandin.
Xaça Sor a Lubnanê ragihandibû ku, di teqîna duh a li Beyrûdê da hejmara miriyan derket 100î, ya birîndaran jî derket 4 hezarî.