11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Li Washingtona paytextê DYAyê, amadekariyên der barê merasima radestkirina peywirdariya serokayetiyê ji Barack Obama bo Serokê hilbijartî Donald Trump ku biryare 20ê vê mehê cîbicî bibe, ber dewam in.
44emîn serokê DYAyê Obama wê peywira xwe radestî Trumpê serkeftiyê hilbijartina 8ê mijdara 2016an bike.
Merasima ku biryar e li ber deriyê avahiya kongreyê bi rêûresma sondxwarinê dest pê bike, bi protokola ku ji caddeya Pensilvanyayê gihîşt Qesra Sipî wê biqede. Herwiha trênek jî li wê demê li hêviya protokolê be.
Platforma ku li pêşiya Qesra Sipî ji bo mêvanên temaşavan tê avakirin wê di demeke kurt de temam bibe.
- Maliyeta merasimê wê bigihêje 200 milyon dolarî
Merasima radestkirina peywirê ku tê çaverêkirin maliyeta wê bigihêje 200 milyon dolarî, biryar e wesayitên mezin weke metro û otobus veguhastina mêvanan bikin û otomobîlên sivîn nexin nava qadê.