11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Endamê Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Kawa Ezîzî ragihand ku rêxistina terorî PKK/PYDê li bajarê Qamişloyê êrişî ser xortên wan kiriye û ew dane ber îşkenceyê.
Ezîzî, di daxuyaniya xwe ya li ser malpera resmî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) belav bûye de diyar dike ku PYDê ji xeynî siyasetmedarên wan vê carê berê xwe daye xortan û ew îşkence kirine.
Der barê zextên PYDê li Qamişloyê, Ezîzî dibêje ku çekdarên PYDê êriş birine ser navenda ENKSê ya li bajêr, eşyayên wan şikandine û eziyet li xortan kirine.
Ezîzî wiha axivî: "Tu sedemekî êrişkirina ser xortên ENKSê tuneye. Sedem tenê ew e ku endamê ENKSê ne. Lewra PYD bi her awayî dijmintiya me dike û dixwaze me ji wir derxîne."
Li ser aciziya xelkê li Rojava jî Ezîzî wiha got: "Li Rojavayê haletekî wisa çêbûye ku ji xelkê tu kes ji PYDê ne razî ye. Herkes ji van kiryarên PYDê bêzar e. Lewra hemû fealiyetên wan li dijî Kurdên Rojavayê ne."