NEW YORK
Li Phoenixa bajarê eyaleta Arîzonaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ser Facebookê çalakiyeke li dijî Îslamê hat organîzekirin û ji beşdarvanan hat xwestin ku bila bi xwe re çekan bînin çalakiyê.
Konseya Têkiliyên Îslamî ya Amerîkayî (CAÎR) ji civaka misilmanan xwest ku bila ji ber van navtêdanan sor nebin û ji çalakiyên provakatîf dûr bisekinin.
Komeke ji motorsîklêtvanan pêk tê diyar kir ku îro bi hinceta pêşbaziya karîkaturan a ku mijar jî Hz. Mihemed e wê li hemberî mizgeftê çalakiyê li dar bixin.
Kesên mitîngê organîze dikin ji beşdarvanan xwestin ku "mafê xwe yê çekraykirinê" ya li gor xala 2yemîn ya Makezagona Amerîkayê hatiye dayîn bila bi kar bînin.
Ji ser Facebookê hat ragihandin ku duh heta êvarê 262 kesan biryar da ku wê beşdarî çalakiyê bibin û çalakî li gor saeta herêmî ya DYAyê wê îro di 18.15an de bê kirin.
Rayedarên saziyên civakî yên sivîl ên misilmanan ku li DYAyê ne jî bangî misilmanan kirin ku bila hay ji xwe hebin û guh nedin van navtêdanên provakatîf û ji çalakiyên provakatîf dûr bisekinin.