Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku tirkmen hêmana eslî ya herêma Kurdistanê û Kerkûkê ne û got "Tu kes nikare tenê serê xwe li Kerkûkê bibe desthilatdar."
Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya HKIyê hat dayîn Barzanî bi nûnerên Meclisa Bajêr a Kerkûkê û lijneya tirkmenan a ku ji parlementerên HKIyê pêk tên re qebûl kir û wiha axivî: "Mijara tirkmenan ji bo me tenê bi nifûsa tirkmenan a ku li Kerkûkê rûdinên re sînordar nîne. Tirkmen hêmana eslî ya herêma Kurdistanê û Kerkûkê ne."
Barzanî li ser di pêşnûmaya destûra bingehîn a nû ya HKIyê de li ser Herêma Kurdistanê zêdekirina Kerkûkê sekinî û wiha axivî: "Tu kes nikare li Kerkûkê tenê serê xwe bibe desthilatdar. Kesên hewl didin ku tenê serê xwe li Kerkûkê bibin desthilatdar bi ser nakevin. Em hemû divê daxilê birêvebiriya Kerkûkê bin. Divê hemû hêmanên li Kerkûkê bibin xwedî maf û rayeyên wekhev. Tu hezekî li bajêr nikare xwe ji ya din biqîmettir bibîbe û hewl bide ku ser wan bibe desthilatdar. Ev tiştekî ku em qebûl dikin nîne."
Barzanî destnîşan kir ku ji bo wan girîng e ku Kerkûk bi çanda jiyanê ya qedîm a Kerkûkê û ji aliyê hemû hêzên bajêr ve bê birêvebirin û wiha axivî:
"Em wek hikûmeta Kurdistanê amade ne ku li Kerkûkê her cure piştgiriya malî bidin. Ez hêvî dikim ku pirsgirêka di navbera aliyan de bi rêya diyalog û muzakereyê bê çareserkirin. Vîna siyasî ya herêma Kurdistanê piştgirê birêvebiriyeke bi beşdariya berfireh a ku hemû aliyên li Kerkûkê di nav de cî digirin e."
Lijneya tirkmenan jî ji ber helwesta wê ya erênî spasiya Barzanî kir û xwestin ku atmosfera biratiyê ya li Kerkûkê bê parastin û pergaleke ku hemû hêman dikarin beşdar bibin bê avakirin.
Barzanî û lijneya mêvan destnîşan kirin ku biratiya kurd û tirkmenan a li Kerkûkê dîrokî ye û gotin ku divê ev têkilî bê xurtkirin û berdewamkirin.
Lijneya mêvan diyar kir ji ber ku hikûmeta navendî budçeyê naşîne û pirsgirêkên bajêr paş guh dike Kerkûkê ji aliyê madî ve rojên dijwar derbas dike û xwest ku birêvebiriya herêma Kurdistanê di vê mijarê de arîkariya wan bike.
Barzanî jî got ku çi ji destê wan bê dê piştgiriya xwe kêm nekin.