WASHINGTON
Li Baltimoreê bi hezaran kes beşdarî xwepêşandana ku ber êvarê dest pêk kir, bûn.
Piraniya çalakvanan ên ku li îstasyona trênê li hev civiyan û ber bi avahiya şaredariyê meşiyan ji xwendekaran pêk hat. Çalakvanan tîşortên ku li ser, "jiyana reşikan jî biqîmet e" nivîsar bû, li xwe kirin û ji bo Gray edalet xwestin.
Li bajar protestoyên vê carê gur nebûn û tîj û tundî çênebû. Lêbelê hat destnîşankirin dîsa jî 16 kes hatin binçavkirin. Li gor saeta herêmê di navbera saet 22.00 û 05.00an de careke din derketina ser cade û kolanan qedexe kirin.
- Li Washingtonê protesto
Li Washingtona paytexta DYAyê jî mirina Gray û şideta polêsan hat protestokirin.
Bi qasî hezar kesên ku li Chinatowna li navenda bajêr li hev civiyan, heya Qesra Spî meşiyan.
Çalakvanan li ber Qesra Spî qederekê protestoya xwe kirin û dû re bêyî rûdanekê ji hevdu belav bûn.
- Xwepêşandana li New Yorkê
Li Meydana Unionê ya New Yorkê jî bi sedan kesî di bin çavdêriya polêsan de dest bi xwepêşandanê kirin. Di çalakiya ku şideta polêsan hat protestokirin de dirûşmeyên mîna "Edalet ji bo Freddie Gray", "Her der Ferguson e, her der Baltimore e" hatin berzkirin û pankartên mîna "Jiyanên reşik jî girîng in" hatin berzkirin.
Di xwepêşandana li New Yorkê de zêdetirî 60 çalakvanî hatin desteserkirin.