ŞANLIURFA
Hammûd Salimê 82 salî ku di şerê sûriyeyê de birîndar bû xwe sipart Rihayê. Salim niha li bendê ye ku hin xêrxwaz arîkariyê bidine wî.
Salimê ku li ser sandalyeya bitekerlek destmalên kaxiz difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di bombebarana li Helebê de mala wî hilweşiya û di bin xirabeyê de ma. Salim ragihand ku di bûyerê de pişta wî ket berê û bi destê welatiyan hat xelaskirin. Piştî bûyerê Salim bi hevser û merivên xwe re 6 meh berê hatin Rihayê.
Salim got ku bûyerên li Sûriyeyê ji ber bêmerhemetiyê diqewimin û wiha dewam kir: "Em her çiqas ji dîn û îmanê dûr dikevin bobelatên wiha bi serê me de tên. Lê li Tirkiyeyê mirov cuda ne, arîkariyê dikin. Pêşiya şer kargeha min hebû, ez hosteyê kebabê bûm. Lê balafirên şer him mala min him jî kargeha min hilweşandin. Dema mala min hilweşiya kevirên mezin di ser min de ketin û pişta min ket ber min, ji ber vê jî ez nikarim bimeşim. Li vira me ji xwe re maleke biçûk kirê kir. Xanima min jî nexweş e, ji bo debara malê, ez destmalên kaxiz difroşim.
Salim got ku nikare debara xwe bike û ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze.