Sevim Hatun
29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
NEW YORK
Li Mîssîssîppiya eyaleta DYAyê êrîşek çekdarî hat kirin, di nav de alîkarek hêzên ewlekariyê jî 8 kes birîndar bûn.
Berpirsê Buroya Lêpirsînê ya Mîssîssîppiyê Warren Strain daxuyand ku li sê malên cuda şeva şemiyê êrîş çêbûne.
Strain got ku di nav de alîkarek hêzên ewlekariyê jî 8 kes birîndar bûn.
Êrîşkarê bi navê Corby Godbolt hat binçavkirin. Êrîşkar got ku ew poşman e.
Êrîşkar îfade kir ku gulê di çekê wî de qediyane, bawernekiriye ku piştî bûyerê ew sax were qefaltin û hêvî kiriye ku hêzên ewlekariyê berî qefaltinê wî bikujin.