QABÎL
Li Efganistanê di 24 saetên dawîn de 14 milîtanên Talîbanê hatin kuştin. Wezareta Karên Navxweyî ya Afganistanê diyar kir ku li bajarên Nangarhar, Belh, Qendahar, Zabûl û Helmandê operasyon hatine kirin û 14 milîtan hatine kuştin û 7 milîtan jî hatin girtin.
Hat diyarkirin ku di operasyonan de gelek çek, teqemenî jî hatine bidestxistin.
Ji aliyê din Teşkîlata Saloxgeriya Efganistanê daxuyanî da û destnîşan kir ku li bajarê Helmandê 5 terorîst girtine.