Berpirsiyarê Mûsilê yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Saît Memûzînî îdia kir ku hin milîtanên DÎŞIyê ji rêxistinê vediqetin û gelek milîtan jî ji rêxistinê qetiyan û revîn herêmên din.
Memûzînî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rewşa milîtanên DÎŞIyê yên li Mûsilê nebaş e û wiha dewam kir: "Milîtan difikirin ku artêşa Iraqê digel pêşmerge û alîkariya hêzên koalîsyonê dê Mûsilê ji destê DÎŞIyê bistîne, ji ber vê yekê milîtan yek bi yek ji rêxistinê vediqetin û direvin herêmên din. Gelek ciwanên mûsîllî firar kir. DÎŞI ji bo ber li fîrar û revê bigre li hemberî vê milyon û nîv ceza dibre."
Memûzînî destnîşan kir ku piştî pêşmergeyan kontrola herêma Rabîa û Zûmmarê bi dest xist, moralê milîtanên DÎŞIyê xirab bû.
-Plana rizgarkirinê ya Mûsilê
Ji aliyê din ve hikûmeta Iraqê, ji bo rizgarkirina bajêr "Plana Rizgarkirinê ya Mûsilê" amade dike. Tê ragihandin ku artêşa Iraqê û pêşmerge dê di vê çarçoveyê de bi hev re tevbigerin. Tê gotin ku hêzên DYA û koalisyonê jî dê bi êrîşên hewayî alîkarî bidin. Herwiha dê di qada perwerdeya leşkerî û cebilxaneyê de jî alîkarî bidin.
Duyemîn bajarê mezin yê Iraqê Mûsil, piştî vekişîna artêşê di 10ê tebaxê de ketibû destê rêxistina terorê ya DÎŞIyê.