Li Efrînê 4 gundên din ji terorîstan hatin paqijkirin
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê gundên Baay, Kefer Nabû, Başufah û Burc Heydar ên Efrînê ji terorîstan paqij kirin.
Afrin
EFRÎN/IDLIB
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê 4 gundên din ên Efrînê ji terorîstan paqij kirin.
Li gorî daxuyaniya nûçegihanên AAyê yên li qadê, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di çarçoveya operasyonên ku li başûrê navenda navçeya Efrînê diajon de gundên Baay, Kefer Nabû, Başufah û Burc Heydar ên Efrînê ji YPG/PKK-DEAŞê paqij kirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da tevî navendê li bakur, rojhilat û rojava navçeya Efrînê bi temamî hildabû.
Herêma Efrînê tevî navenda navçeyê û Reco, Bilbil, Şêx Hedîd, Cindirês, Şeran û Mabatliyê ji 6 beldeyan pêk tê.