22 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
ANKARA
Jacky Chenê ji Taywanê ku dixwest li çar aliyê dinyayê bigere ji bo vê armanca xwe di sala 2015an da li bisiklêta xwe siwar bû û dest bi gerê kir.
Di nav welatên Chen ji bo xwe wek rota kifşkiribû da Tirkiye di rêza 33yemîn da cih digirt.
Chenê ku di sala 2015an da ji Alaskayê dest bi gera xwe kir ji wê demê heta niha bi bisiklêtê ji 32 welatî derbas bû û di 27ê sibatê da jî gihîşt axa Tirkiyeyê.
Rêwiyê Taywanî Chen li Nûnertiya Mîsyona Çandî û Aboriyê ya Taipeiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî li ser Facebookê him ji bo ku dinyayê bide naskirin û him jî ji bo ku ji ciwanan ra bibe mînak bi navê "Jacky Chen Bi Bisiklêtê Gera Dinyayê - Go or Die (Ya Here yan jî Bimire) vekir.
Endazyarê ceyranê Chen destnîşan kir ku beriya derkeve rêwîtiyê seranserê 2 salan plan û bername ji bo xwe amade kir û wiha pê da çû: "Ez ji bo ku çar aliyê dinyayê nîşanî hevalên xwe bidim û xeyala xwe ya ku bi bisiklêtê li çar aliyê dinyayê bigerim bibim serî derketin vê rêwîtiyê. Ez ji Alaskayê derketim rê Parzemîna Amerîkayê qediya û ji wir bi balafirê derbasî Parzemîna Ewropayê bûm. Ji ber şert û mercên hewayê bi tenê di bajarên li başûrê Ewropayê dikevin geriyam û gihîştim Tirkiyeyê lê Tirkiye wextê ez hatim gelek sar bû û dikarim bibêjim ku di rêwîtiya min da devera herî bi zehmet bû."
- Li Kanadayê bisiklêta wî dizîn
Chen destnîşan kir ku ji roja derket gera dinyayê heta îro gelek tişt hatin serî û wiha dewam kir: "Di rêwîtiya li Alaska û Kanadayê da min gelek caran kon vegirt. Li deverên min kon vekir da gelek çeqelan xwest ku şîva min bixwin. Bi rê da gelek hirç rastî min hatin lê eleqeya xwe bi min nekirin. Li Vancouvera bajarê Kanadayê bisiklêta min hat dizîn û piştî rojekê polêsan ew dît û teslîmî min kirin.
Ji Taywanê saziyeke ku bisiklêtan çêdike seranserê rêwîtiyê sponsoriya Chen dike.
- Li Tirkiyeyê milet ji bo biçim malên wan gazî dikin
Chen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi kêderê va çûbe welatiyan ji bo xwarinê gazî kirinê û ew jî ji vê yekê gelek razî ye. Chen diyar kir ku di gera xwe ya li Tirkiyeyê da heta niha Stenbol û Îzmirê pir eciband.
Chen dixwast ku di nav 5 salan da ji 100î zêdetir welatî bigere lê planê xwe ji bo saleke din jî dirêj kir û wê di sala 2021î da biçe Taywanê.